Parlamentoya Sirbistanê. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî zanyariyên dawî li cîhanê 3 milyon û 139 hezar û 595 kes bi nexweşiya Covid-19ê ango vîrusa koronaya nû ketine. Heta niha 218 hezar û 28 kes mirine. Koronavirus cara yekem di 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2019ê de hate bihîstin û paşê ji nişka ve belav bû.
Li Tirkiyeyê heta niha testa 948 hezar û 115 kesan hatiye kirin. 114 hezar û 658 kes nexweş ketine. 2 hezar û 992 kes mirine.
Li DYAyê zêdetirî milyonek kes bi vê nexweşiyê ketine.
Erdoganî nameyek ji Trumpî re şandiye
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), nameyek ji Donald Trump, Serokê DYAyê re şandiye ku tevlî kelûpelên tenduristiyê şandiye.
Erdoganî di nameya xwe de gotiye: “Bila hûn pêbawer bin ku welatê mine weke hevalbendekî ewle û bihêz ê DYAyê wê her gav her cure piştevaniya we bike.”
Îspanya: Di rojekê de 301 kes mirine
Di 24 saetên dawî de li Îspanyayê 301 kes mirine. Bi vê hejmarê re li Îspanyayê heta niha 23 hezar û 822 mirine. Nexweşî herî zêde li Madrîdê belav bûye.
Îspanyayê nexşerêyek amade kiriye ku li gorî vê nexşerêyê wê qonax qonax ber bi asayîbûnê ve biçin.
Pedro Sanchez, Serokwezîrê Îspanyayê diyar kiriye ku “Em ê heta dawiya Hezîranê bibin welatekî ku di nava asayiyên nû de bin.”
Sanchezî diyar kiriye ku pêvajoya asayîbûnê ya Îspanyayê wê “qonax bi qonax, asimetrik û di nava koordînasyonê de be. Girîngiya hevgirtinê heye.”
Sanchezî destnîşan kiriye ku ev pêvajo wê ji çar qonaxan pêk were û herî hindik wê 8 hefteyan dewam bike.
Li Îspanyayê, Giravên Kanarya û Balearê di 4ê Nîsanê de, herêmên din ên li Nîvgirava Îberyayê de qonaxa yekem wê di 11ê Gulanê de dest pê bike. Wê di vê qonaxê de kargehên biçûk, navendên kirîn û firotinan, otel û cihên turîstîk vebin. Antremanên komî ên ligên profesyonel ên weke La Ligayê wê dest pê bikin. Ji bo mirov bikaribin biçin karên xwe wê ji bo zarokên temenê wan di bin 6an de ye kreş bên vekirin.
Di qonaxa 2yem de wê salonên sinema û şanoyan bên vekirin ku wê ji sêyan yek beşên wan bên bikaranîn. Di qonaxa 3yem de plaj bên vekirin.
Fransa
Edouard Philippe, Serokwezîrê Fransayê diyar kiriye ku ew ê ji 11ê Gulanê û pê ve bergiriyan sist bikin.
Li gorî plana Serokwezîrtiya Fransayê kreş û dibistanên seretayî wê qonax bi qonax bên vebikin. Li kreşan tenê 10 zarok karibin perwerdeyê bibinin. Zarokên temenê wan di navbera 11 û 15an de wê li dibistanan neçar bin maskeyan deynin ber devê xwe.
Cihên weke market û kelûpelên jiyanî difiroşin wê di 11ê Gulanê de vebin lê bar û restoran wê neyên vekirin.
Li Fransayê heta niha 23 hezar u 660 kes mirine. 129 hezar û 859 kes bi nexweşiyê ketine.
Sirbistan
Piştî ku di 15ê Adarê de biryara Rewşa Awarte li welêt hate standin parlamento cara yekem civînek li dar xistiye. Beriya civînê tîna laşê beşdaran hatiye girtin û parlamenteran maske dane ber devê xwe û lepik xistine destên xwe.
Yewnanistan
Li Yewnanistanê derketina derve qedexe ye. Doktor û karkerên tenduristiyê li Atînayê, li ber avahiya Wezareta Tenduristiyê hatine ba hev. Û ji bo rewşa karûbarên tenduristiyê were sererastkirin xwepêşandanek li dar xistine.
Ingilîstan
Li gorî lêkolîna University College London (UCL) û Data-Canê bi hev re kiriye, ihtimal heye 6 hezar û 270 nexweşên pençeşêrê ji ber nikarin bên dermankirin, din ava 12 mehan de bimirin.
Li gorî vê encamê dibe ku 17 hezar û 915 nexweşên pençeşêrê bimirin.
Li Ingilîstanê di nava şertên asayî de salê 90 hezar nexweşên pençeşêrê dimirin.
Kolombiya
Li bajarê Choachiyê, yê li nêzîkî Bogata, paytexta Kolombiyayê biryara karantinaya giştî bicih dibe. Her weha qadên bajêr hatine dezenfektekirin. (PT/FD)