Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor amarên dawîn heta niha li ser asta cîhanê 2 milyon û 996 hezar û 678 kes bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) ketine. 207 hezar û 24 kes jî bi vîrusê mirine.
Li Tirkiyeyê li gor amarên fermî di 24 saetên dawî de 2 hezar û 357 kes bi nexweşiyê ketine û 99 kes jî bi nexweşiyê mirine. 3 hezar 558 kes piştî dermankirinê baş bûne. Heta niha 889 hezar û 742 test li tevahiya wî welat hatiye çêkirin.
Bi giştî 110 hezar û 130 kes bi vîrusa Covîd-19ê ketine û 2 hezar û 805 kes jî ji ber virusê mirine.
Serokwezîrê Îngilistanê dê vegere ser wezîfeya xwe
Borîs Johnson, Serokwezîrê Îngilistanê ji ber virusa Covîd-19ê di 6ê Nîsanê de rakiribûn nexweşxaneyê.
Johnsoniyê 55 salî piştî ku 3 rojan di uniteya nexweşên giran de mabû di 12ê Nîsanê de ji nexweşxaneyê derketibû.
Johnsonî duh êvarê vegeriyaya koşka Serokwezîriyê ya li Downîng Streetê ye.
Li Çînê 3 kes, Li Koreya Başûr 10 kes bi vîrusa Covîd-19ê ketine
Li gor daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê, di 24 saetên dawî de 2 jê ji derve 3 kes bi virusê ketine.
Li gor daxuyaniya Navenda Pêşîlêgirtin û Çavdêriya Nexweşan ya Koreya Başûr, di 24 saetên dawî de 10 kes bi şewba vîrusa Covîd-19ê ketine.
Li Koreya Başûr heta niha 243 kes ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine û 10 hezar û 738 kes jî bi vê vîrusê ketine.
Li Wuhana Çînê hemû nexweşên Covîd-19ê hatine tabûrcîkirin
Her weke tê zanîn bajarê Wuhanê cihê destpêka vîrusê bû. Hatiye ragihandin li hemû nexweşxaneyên bajarê Wuhanê her kes hatine tabûrcîkirin û niha nexweşên vîrusê yên ku têne dermankirin li wî bajarî nemane.
Li Îtalyayê ji 4ê Gulanê pê ve dê tedbîrên koronayê bên kêmkirin
Li Ewropayê yekem welatê ku ket ber vîrusa Covîd-19ê Îtalya bû. Tedbirên ku meh û nîve di çarçoveya tekoşîna li dijî vîrusa Covîd-19ê de li wî welatî tê pêkanîn wê ji 4ê Gulanê pê ve bêne sistkirin.
Hejmara miriyan herî zêde li DYAyê ye
DYA di rêjeya pêket û mirinan de yekem welate. Li gor daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsî, li DYAyê heta niha 965 hezar û 910 kes bi nexweşiyê ketine û 54 hezar û 876 kes jî ji ber Covîd-19ê mirine.
Wezîrê Karê Navxweyî yê Perûyê istifa kiriye
Li Arjantînê di 20ê Adarê de karantîna hatibû ragihandin. Hatiye eşkere kirin dê biryara karantînayê heta 10ê Gulanê wê bidome.
Li Pakistanê biryara rawestandina hêlê esmanî heta 15ê Gulanê hatiye dirêj kirin.
Pêşbirka Koma Futbolê ya Yekem a Tacikistanê di çarçoveya têkoşîna li dijî Covîd-19ê de wê li sibê pê ve bê rawestandin.
Li Cezayîrê hin karên bazirganiyê hatibû rawestandin, hatiye eşkere kirin ew karana dîsan destpêkiriye.
Li gundê Abbasiya bajarê Selahaddîna Iraqê jinekî 60 salî bi Covîd-19ê ketiye ji ber vê gund girtine bin karantînayê.
Li Perûyê piştî ki 17 polîs ji ber Covîd-19ê dimirin Carlos Moran, Wezîrê Navxweyî yê wî welatî îstîfa kiriye. (PT/AY/FD)