Kolombiya. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li seranserê cîhanê heta niha 5 milyon û 207 hezar û 910 kes bi şewba koronavirusê ango Covid-19ê ketine. 334 hezar û 848 kes jî mirine.
Koronavirus cara pêşiyê di 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de li Çînê derketibû û paşê jî li cîhanê belav bûbû.
Li Tirkiyeyê jî li gorî amarên fermî, heta niha test ji bo milyon û 729 hezar û 988 kesan hatiye kirin. 153 hezar û 548 kes nexweş ketine û 4 hezar û 249 kes jî mirine.
Yewnanistan
Rayedarên Yewnanistanê diyar kirine ku piştî di 1ê Tîrmehê de geştên esmanî yên navnetewî dest pê bikin ew ê gav bi gav geştyaran qebûl bikin. Li gorî heman daxuyaniyê ew ê test ji bo geştyaran neyên çêkirin an jî geştyar neyên karantînekirin.
Haris Theoharis, Wezîrê Tûrîzmê jî gotibû ku heke hewce bike ew ê li hin deveran testan çêbikin.
Wezîrî destnîşan kiribû ku ji bo tûrizma derbeyek gelek mezin xwariye dîsa çalak bikin ew ê hin tedbîran bistînin. Lê wê ev tedbîr geştyaran aciz nekin. Ev biryar li cîhanê bûbû sedema rexneyan.
DYA
Li New Yorkê piştî germahî ji nişka ve zêde bûye, rûniştvanan çûne ber behrê û ketine behrê. Ji ber vê rewşê rayedaran tedbîrên nû aşkere kirine.
Berê hatibû diyarkirin ku vê şemî û yekşemê wê plaj bên vekirin. Lê piştî vê rewşê ketine behre hatiye qedexekirin. Tenê kesên li wan derûdoran rûdinên bêyî bikevin behre wê bikaribin li plajan bigerin.
Andrew Cuomo, Walîyê New Yorkê aşkere kiriye ku di 24 saetên dawiyê de 105 kes ji ber şewba Covid-19ê mirine.
Ingilîstan
Li Ingilîstanê di 24 saetên dawiyê de 338 kesên din mirine û hejmar li ser hev bûye 36 hezar û 42.
Di rojekê de test ji bo 128 hezar û 340 kesî hatiye kirin. Li ser hev test ji bo 3 milyon û 90 hezar û 566 kesan hatiye kirin. Li Londonê welatî bi maskeyan derdikevin derve.
Iraq
Li bajarê Kerkukê, tedbîrên ji bo Covid-19ê hatine standin, tên sistkirin. Welatiyan dest bi amadekariyên cejnê kirine.
Piştî tedbîr hatine sistkirin gelek kesan berê xwe daen Sûka Mezin a li navenda bajêr û kelûpelên cejnê kirine. Sûk ev demeke ku girtî bû.
Kolombiya
Li Bogota, paytexta Kolombiyayê têkoşîna li dijî koronavirusê berdewam dike. Li bajêr xalên kontrolan hatine danîn û testa welatiyan di nava wesayitan wan de tê çêkirin.
Arjantîn
Biryara karantînayê ya ku di 20ê Adarê de hatibû standin wê heta 24ê Gulanê berdewam bike.
Li Buenos Airesê kesên ji bo pêdiviyên xwe derdikevin derve, neçar in maskeyan bidin ber devê xwe.
Xezze
Li Xezzeyê mizgeftên ku nêzîkî 2 meh in girtî ne, wê ji bo nimêja înê û ya cejnê bên vekirin.
Wezîfedar hin mizgeft dezenfekti kirine û li hin mizgeftan kaxizên hişyariyê hatine danîn. (PT/FD)