Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li tevahiya cîhanê roja Yekşemê 1500 seferên hewayî betal bûne. Ev rewş geştiyarên ku xwestine di dema cejna salê de geştan bikin şerpeze kiriye.
Li gor malpera şopandina daneyan a FlightAwareyê di Erefeya Noelê, Roja Noelê û roja piştî wê de nêzîkî 5 hezar û 900 seferên hewayî betal bûne.
Xuya dike ku hêlên esmanî yê Çîn û DYAyê bêhtir bi bandor bûne. Li roja Duşemê bendewariyeke heye ku betalbûn zêdetir bibin.
Şîrketan weke sedem kêmasiya personelan di varyanta Omicronê de nîşan dide.
Sînordarkirin û zêdebûna hejmara nexweşan
Li gor FlightAwareê, li roja yekşemê zêdetirî 450î çûyîn û hatina ji balafirgehên DYAyê betal bûne.
Şîrketên ku herî zêde bandor lê bûne bûn in Delta, United û JetBlue ne.
Digel vê, şîrketa ku ji roja yekşemê vir ve ya herî zêde bandor lê bûye China Eastern e û heya aniha zêdetirî 350î seferên hewayî yên wê betal bûne.
Balafirgeha ku li bakurê Çînê, li bajarê Xianê ye ji 100î zêdetir seferên hewayî betal bûne û ev hejmara herî zêde heta aniha ye.
Tedbîrên nû li Xianeyê stendine
Rayedarên Xianê ji bo têkoşîna li dijî nexweşîna COVID-19ê, ji zêdetirî 13 mîlyon însan xwestine ku demeke nêzîk li mala xwe bimînin.
Li balafirgeha Heathrow a Londonê jî ji yekşemê wir ve 56 seferên hewayî betal bûne.
Li gor daneyên Zanîngeha Johns Hopkinsî ya Emerîkayê, heta niha 5,4 mîlyon mirov ji ber COVID-19ê mirine.
(PT/OP/AY)
*Ozan Polatî ev nûçe ji tirkî wergerandiye