Îsal li gor salên berê hişkayî zêde ye û hewa jî zehf germ e, cotkar vê gavê giya û ce û geniman didirûn.
Germahiya hewayê di rojê da dibe 30-35 pile, cotkarên li Elîsofiya gundê Sarîqamîşa navçeya Qersê zevî û mêrgên xwe didirûn. Lê piştî ku tav diqulibe û hewa hênik dibe dest bi xebatê dikin.
Cotkar ji aliyekî va bi traktor û makîneyên dirûnê yên mezin va dixebitin ji alîyekî va jî bi tirmixên hespan ên berê va gîya û ceyê xwe ji hev derdixin.
Nesîm Gokê Serokê Odeya Zîraetê ya Sarîqamîşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê dest bi gihaçinîn û zevîçinînê kirin û îsal hişkayî zêde bûye.
Gokî got bi roj hewa zehf germ dibe û nikarin di binê kelekela tavê da bixebitin û wiha axivî: "Li herêmê bi piranî malbat karên xwe dikin û bi xwe dixebitin ji ber vê jî cotkarên me piştî esrê diçin eraziyên xwe dest bi xebatê dikin û hetanî saet 1-2yê şevê karê xwe didomînin."
"Ji ber hişkahiyê ber û bereket kêm e"
Gok desnîşan kir ku cot kar karê çinînê bi şev didomînin û wiha pê da çû:
"Cotkar di rojê da kêmzêde 10-15 saetan dixebitin karê xwe dikin û diçin malên xwe. Îsal ji ber hişkahiyê ber û bereket kêm bû. Li vê zeviya em lê ne simlên wê rind in lêbelê ka wê kêm e. Ji ber ku em heywandariyê dikin ka ji bo me girîng e. Bihayê kayê gelekî zêde dibe. Xwedê alîkarê hemû cotkar û heywandaran be."
Serkan Çamliyê cotkar jî got îsal hewa gelekî germ derbas dibe, li Sarîqamîşê germahî derdikeve 30-35 pileyî.
"Ji ber germahiyê bi roj nikarin bixebitin"
Çamliyî got ji ber germahiyê bi roj xebata li zeviyan gelekî zor dibe û wiha axivî:
"Piştî ku tav diqulibe dest bi xebatê dikin hetanî saet 1-2yê şevê dewam dikin. Ji ber germahiyê bi roj nikarin bixebitin. Îsal siml rind in lêbelê ka kêm e. Şikur ji Xwedê ra dîsa jî em îdare dikin. Em nika ceh diçinin, çendekî şûnda jî em ê genim biçinin. Me ûnceyê xwe çinî û xiste balye."
(MB)
Çavkanî: Haydar Şahin |AA