Fotograf: Medyaya civakî
Coldplay, koma rockê yekem strana albûma xwe ya nû li Îstasyona Fezayê ya Navnetewî straye.
Endamên komê demeke berê aşkere kiribû ku ji ber “metirsiyên jîngehê” wan biryar daye ji bo danasîna albuma xwe ya nû konsertan li dar nexin. Her weha ji ber koronavîrusê jî navber dane konsertan.
Coldpleya ku album û sîngle-ên xwe bi şêweyên rengîn dide nasîn, vê carê jî yekem strana albuma xwe ya nû ji bo Thomas Pesquet, astronotê frensî straye.
Kom ji bo strana bi navê “High Power” çûye Îstansoyan Fezayê ya Navnetewî û li vir stran straye. Hevdîtina di navbera endamên komê û Pesquetî de zindî hatiye weşandin. Chris Martin, solîstê komê ji Pesquetî re gotiye, “Me hinek muzîk ji te re rê kir, niha em nikarin li dinyayê ji ti kesî re lê bidin, ji ber wê me got belkî em ji te re bistirên.”
Martînî diyar kiriye ku ev gala ji bo hemû galaksiyê ye û gotiye ji bo “ew astronotê di hundirê herkesî de, ew kesê tiştên newaze dike bibînin” wan rêbazeke wiha hilbijartiye.
Peqûetî jî wiha gotiye: “Bi şev dema herkes diçe nava nivînan, ez berguhka xwe dixim guhê xwe û hinekî muzîkê guhdar dikim û bi tenê ez li hewa difirim. Ev tiştekî bi rastî jî newaze ye, tu xwe bi temamî azad his dikî.”
Komê di heman rojê de klîba heman stranê weşandiye ku mijara wê feza ye.
Coldplay wê hefteya pêşiyê li Londonê bi beşdariya 4 hezar kesan û li cihekî sergirtî beşdarî Merasîma Xelatan a BRITê ya 2021ê bibe. Li vir wê stranên xwe yên nû bistirê ku kesên beşdar dibin wê bê maske bin û bêyî navberê bixin navbera xwe wê li konserê temaşe bikin.
Derbarê Coldplayê de
Koma rockê ya brîtanî ye. Chris Martin û Jonny Bucklandî ew di sala 1996an de ava kiriye. Destpêkê navê wê Pectoralz bûye, bi beşdariya Guy Berrymanî navê komê bûye Starfish. Piştî Will Champion beşdar bûye, kadroya komê temam bûye. Di sala 1998ê de navê komê kirine Coldplay. Paşê jî dest bi tomarkirina stranan kirine. Di sala 1998ê de EPya bi navê Safety, di sala 1999ê de sîngle-a bi navê Brothers & Sisters û dîsa di sala 1999ê de albûma bi navê The Blue Room weşandine.
Heta niha heft albumên studyoyê, çar albumên konseran, du albumên berhevkirî, du albumên vîdeoyan, 11 EP (extended play), 40 sîngle, 6 sîngle-ên promosyon û 41 vîdeo klîp weşandine. (FD)