Fotograf: deadline.com
Hillary Clinton, Wezîra berê ya Karûbarên Derve ya DYAyê û keça wê Chelsea Clinton wê pirtûka bi Gayle Tzemach Lemmonê ya derbarê şervanên jin ên Rojava rêzefîlmekî bikişînin.
Li gorî nûçeya Dengê Amerîkayê, The Hollywood Reporterê ragihandiye ku şîrketa produksîyonê ya Clintonan wê kitêba Gayle Tzemach Lemmonê ya bi navê ‘’The Daughters of Kobani’’ (Keçên Kobanê) bike rêzefîlm.
So thrilled to help share the story of these amazing women. https://t.co/7WhPKYBpdE
— Hillary Clinton (@HillaryClinton) January 25, 2021
Hillary Clintonê li ser hesabê xwe yê Twitterê dîyar kiriye ku “Keçên Kobanê’, berhemeke cudaye ku şervanên jin yên wêrek û eynad yên ji bo wekhevîya dadî û zayendî şer dikin, vedibêje.”
Clintonê daye zanîn ku wan şîrketa bi navê Hidden Light ji bo pîrozkirina lehengên wêrekîya wan nayê dîtin ava kiriye û dîyar kiriye ku ew ji ber raberkirina wêrekîya şervanan bi heyecan in.
Pirtûka navborî wê 16ê Sibatê were weşandin. Hevpeyvînên ku bi şervanên jin ên Rojava re hatine kirin di pirtûkê de cih girtine ku li hemberî DAIŞê şer kirine.
Di pirtûkên din ên Lemmonê di nava pirtûkên herî pir tên firotin de cih digirin ku yek ji wan “Ashley's War: The Untold Story of a Team of Women Soldiers on the Special Ops Battlefield(2015)” û ya din jî “The Dressmaker of Khair Khana (2011)” e. (FD)