Nivîskar û helbestvan M. Çiya Mazî beriya niha bi demekê helbestên xwe di pirtûka bi navê “Baranên Çilesrî” de berhev kiribû û ev pirtûk ji hêla Weşanxaneya Berbangê ve hatibû çapkirin. Mazî wê li Janya Cafeyê ya li Taksîma Stenbolê behsa vê pirtûka xwe bike û helbestan ji vê pirtûkê bixwîne.
Bername 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê saet di navbera 15.00 û 18.00ê de wê bi rê ve biçe.
Di heman bernameyê de M.Çiya Mazî wê pirtûkên xwe yî heta niha hatine weşandin (Ferhenga Gotinên Pêşiyan, Baxek ji folklora kurdî û yên çîrokan) îmze bike.
Derbarê M. Çiya Maziyî de
Çîroknûs, helbestkar û lêkolîner M. Çiya Mazî di sala 1960î de li gundê Kufragê ya navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji dayik bûye. Ji sala 1993êyan û vir ve bi Kurdî dinivîsîne. Heta niha gelek helbest, kurteçîrok, gotar/cerebeyên wî di rojnameya Azadiya Welat, Ozgur Polîtîka û kovarên weke Jiyana Rewşen, di malperên weke Diyarname, Rewanbêj, Xendan û Pûkmediayê de hatine weşandin. Hinek kurteçîrokên wî ji bo antalojiyan li Tirkî û Erebi hatine wergerandin.
M. Çiya Maziyî di sala 1997an de di pêşbaziya çîrokan a TUHAYDERê ya Îzmîrê de xelata yekemîn, di sala 1997an de di pêşbaziya çîrokan a Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de li Stenbolê bi çîroka “Agir Jî Dîl Bû” xelata teşwîkê û sala 199an di pêşbaziya NÇMyê de bi çîroka “Mistek Jiyan Dixwazim” xelata yekemîn standiye.
Berhemên wî wiha ne:
Li gel pirtûkên Mistek Jiyan (Çîrok, 2003), Mijarên Mîqro (Çîrok, 2009), Bahol (Çîrok, 2011), Peyarêk (Çîrok, 2013), Palûte (Helbest, 2008), Mazîyî li ser gotinên pêşiyan ferhengek bi navê Ferhenga Gotinên Pêşiyan (2005, her wiha di sala 2006ê de pi tîpen Kurmanciya jêrîn li Duhokê hatiye çapkirin), Baxek ji Folkrola Kurdî-Ji Derdora Mêrdînê (2014, lêkolîn / folklor) û Ez Çûm Ku Neçûm Ku (2015, Ger û geşt, gotar) amade kiriye û çap kiriye. (FD)