Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Cizîrê, navçeya Şirnexê di 24ê Kanûna Paşiyê de ciwanê bi navê Abdulgaffar Dayan ku 23 salî ye dema diçû dersxaneyê wesayîta zirxpoş ya cureya Rangerê lê dabû. Piştî du rojan Dayanî miriye.
Dayanê ku amadeyî ezmûnên zanîngehê dibû, dema li ser pireya di navbera Taxa Konak û Kolana Yafesa Taxa Nûr de derbas dibû wesayîta bizirx la dabû.
Dayan bi giranî birîndar dibe û wî dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Piştî emeliyatê ji bo dermankirinê wî dibin beşa nexweşiyên giran.
Piştre rewşa wî xirabtir dibe û can dide. Cenazeya Dayan li Goristana Esrî ya Cizîrê hat binaxkirin.
Şahidên bûyerê diyar kirine ku wesayîta ku li Dayanî daye ya parastina qeymaqam bûye lêbelê hê jî dezgehên fermî derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.
Di 3 salên dawî de 16 kes ji ber wesayîtên zirxpoş mirine
Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di navbera 1ê Kanûna Paşiya 2018 û 10ê Îlona 2021an de bi giştî 16 kes ku ji wan 9 jê zarok û yek astengdar bûye bi wesayîtên hêzên ewlekariyê û yên saziyên dewletê mirin e. Di heman serdemê de 13 jê zarok 41 kes birîndar bûne.
Li gorî rapora ku Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) amade kiriye, di navbera salên 2008 û 2020an de herî kêm 20 zarokên ku temenê wan di navbera 4-17an de ne di encama lêdana wesayîta zirxî de mirine. Li gorî raporê, di nava 10 salên dawî de herî kêm 63 bûyerên lêdanê yên wesayîtên zirxî di medyayê de cih girtine.(HA/AY)