Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Heznî Înan, keça Taybet Înana li Silopyeya Şirnexê hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li derve hate hiştin, di heman demê de li Cizîrê, di dema qedexekirina derketina derve de miribû.
Piştî qetilkirina Heznî Înanê ya li parzemînên Cizîrê bi 8 salan, cil û bergên Heznî Înanê yên parçekirî û şewitî, dan malbata wê.
Li gorî nûçeya ku Zeynep Dûrgûtê amade kir û di MAyê de hate weşandin, Navenda Polîsan a Silopyayê di 6ê Îlonê de telefonî bavê Heznî Înan, Xalit Înanî kir û got, “Werin emaneta xwe bibin.” Malbat piştî bi rojekê malbat çûye navenda polîsan. Li wir poşetek dane malbatê ku qazaxek, pantorek û xirqeyekî şewitî û perçekirî tê de bûn, radestî malbatê kirin.
“Em dest ji doza xwe bernadin”
Birayê Înan, Omer Înanî diyar kir ku ev dewlet bi vê rêbazê dixwaze ku êşa malbatan mezintir bike: "Duh dora seat 3-4an Miduriyeta Polîsan a Navçeyê li bavê min geriya. Ji bavê min re gotin,' werin emanetê we heye' em jî îro çûn. Me anî û emanetê wan ji sê perçeyan pêk dihat. Emanetê me ev bû. Rêz û hûrmeta dewletê ev e. Ev tê çi wateyê? Dixwazin ku tirsekê li ser me çêbikin û bibêjin, 'me wiha li zarokên we kir û em ê wiha li we jî bikin'. Ev kinc yên kengî ne hûn dizanin? Yên dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê ne. Ev perçeyên wê komkujiyê ne. Ez çi bibêjim, nizanim? Dikin zerfan de û piştî 8 salan didin me. Dikaribûn wê rojê ji bidana me. Lê bi vî rengî dixwazin ku ji me re qehrekê çêbikin û em bi paş ve gavê biavêjin. Lê em di doza xwe de bi paş ve gavê naavêjin. Em bi van perçeyên kincan jî serbilind in."
“Ev şerm a Tirkiyeyê ye”
Înanî anî ziman ku dayika wî jî bi heman hovitiyê hate qetilkirin û got ku ew ê li dijî zilmê ti carî serê xwe netewînin: "Dêya min jî di qedexeya derketina derve de qetil kirin. Xwîşka min jî di jêrzemînên Cizîrê de qetil kirin. Ev ti car ji bîra me naçe. Em ê vê bikin muze. Ez ê van kincan bi mal ve daliqînim. Em heta ku hebin em ê ji bîr nekin. Em ê nîşan bidin ku dewlet çiqasî rûreşe. Ev şerm a Tirkiyeyê ye. Bi ser qedexeyan re 8 sal derbas bûn lê nû didin me. Dixwazin bêjin ku dawiya we hemûyan dê wisa be. Lê ew nizanin ku em çiqas kêm bibin ewqasî jî zêde dibin, em xelas nabin." (EMK/FD)