Cihgirê serokwezîrî: TSK dê nekeve di sîyasetê de

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Cihgirê serokwezîrî û berdevkê hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş duhî piştî civîna dîwana wezîran axivî.
Kûrtûlmûş li ser nûçeya Hurriyetê ya “serokerkanî aciz e” got welê dixweyî ku hinek ji hevkariya desthilata siyasî û leşkerî aciz in.
Li gor nûçeyê çavkaniyeka/ê navê xwe nedayî bersiva heft rexneyên li Serokerkaniya Leşkerî hatî kirin daye.
Hurriyetê heta niho bersivek nedaye.
Serokwezîrê Bînalî Yildirim got: “Bi sernivîsan hewil didin eyarên hikûmetê biguherin.”
Wezîrê dadê jî li ser nûçeyê gotibû: “Ti kes û hêz nikarin eyarên Parlemana Tirkiyeyê û gelê tirk biguhere.”
“Tirkiye ne Tirkiyeya berê ye”
Nûman Kûrtûlmûşî gotiye:
“Tirkiye ne Tirkiyeya berê ye. Ji ber vê yekê divê her kesan hay ji gotinên xwe hebin.
“Êdî ne mûmkin e bi sernivîsan eyarên Hêzên Çekdar ên Tirkan, îradeya sîyasî û hikûmetê bê guhertin.”
(AS/MB)