Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di 16ê Nîsanê de ji bo Makeqanûna nû referandûm dê bê kirin.
Cihgirê serokwezîrî, Veysî Kaynakî eşkere kir ku heta 16ê Nîsanê ji bo welatîyan mafê welatîbûnê dê neyê dayin.
Kaynakî eşkere kir ku di pêngava pêşiyê de ji bo 20 hezar welatiyan mafê welatîbûnê dê bê dayin. Li ser hev 80 hezar welatiyên Sûriyeyê dê mafê welatîbûna Tirkiyeyê bistînin.
Walî dosya li Enqereyê ne
Waliyê Stenbolê, Vasîp Şahînî eşkere kir ku wan ji bo 2 hezar malbatên welatiyên Sûriyeyê dest bi dayina mafê welatîbûnê kiriye û wan dosyeyên pêwîst ji bo Enqereyê şandine.
“Li Stenbolê nêzîkî 540 welatiyên Sûriyeyî dijîn.
“Dosye ji bo Enqereyê hatine şandin.
“Encam û dema wê girêdayî wezîrîyan e.”
(YY/MB)