Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cihgirê serokwezîrî, Nûrettîn Canîlîyî eşkere kir ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî û Dîwana Wezîran dê îro li ser mijara dirêjkirina dema Rewşa Awarte bicivin.
Nûrettîn Canîklîyî li A Haberê bersiva pirsên Murat Akgûnî daye û gotiye Rewşa Awarte dê bê dirêjkirin.
Hêjayê gotinê ye ku dema Rewşa Awarte dê di 19ê Nîsanê de biqede.
Erdogan dê Dîwana Wezîran siet 20.30ê li Beştepeyê kom bike.
Rewşa Awarte
Piştî Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê, di 21ê Tîrmehê de parlamentoyê li Tirkiyeyê Rewşa Awarte îlan kir.
Di 19ê Çiriya pêşiyê de dema rewşa awarte temam bû û Lijneya Ewlehiya Neteweyî dem sê mehan dirêj kir.
Dema Rewşa Awarte dê di 19ê Kanûna Paşiyê de temam bibûya lê lijneyê di 4ê Kanûna Paşiyê de biryar da ku sê meh dî dema Rewşa Awarte dirêj bike.
Dema paşiyê ya rewşê dê di 19ê Nîsanê de temam bibe. (AS/MB)