Cîhan Karaman, Hevşaredarê Colemêrgê hatiye girtin
Cîhan Karaman, Hevşaredarê Colemêrgê hatiye girtin. Karaman 15ê Çiriya Pêşiyê hatibû desteserkirin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cîhan Karaman, Hevşaredarê Colemêrgê ku di 15ê Çiriya Pêşiyê de di encama serdegirtina mala wî de hatibû desteserkirin, hatiye girtin.
Karaman tevlî Remzîye Yaşar û Îrfan Sari, Hevşaredarên Geverê piştî îfadeyên li emniyetê, îro derxistine Dadgeha Colemêrgê.
Bixwîne - Hevşaredarên HDPyê hatine desteserkirin
Dozgerî îfadeyên Karamanî girtiye û bi daxwaza girtinê şandiye Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Colemêrgê. Dadger bi îdiaya îfadeyên şahidên nepen û parvekirinên medya civakî biryara girtinê ji bo Karamanî daye.
Li aliyê din îfade dayîna hevşaredarên Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar a li dozgeriyê didome. (HA/FD)
Fotograf: Humeyra Armut û Cihan Karaman, Hevşaredar / Şaredariya Colemêrgê
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.