Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro Roja Rojnamegeran a Cîhanî ye. Çi tên serê rojnamegerên LGBTI+ an jî rojnamegerên nûçeyên LGBTI+yan dinivîsin?
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) diyar kiriye ku gef li rojnamegerên nûçeyên LGBTI+yan dinivîsin û çavkaniyên wan tên xwarin.
Li gorî nûçeya Asli Alparê ya ji Kaos GLyê, Jacquelyn Iyamah; pirsên xwe li rojnamegerên ji Arjantîn, Îran, Endonezya, DYA û Ugandayê kiriye.
Ji Arjantînê Agenicia Presentes: “Di dema lêpirsîna îdiayên tundkariya polîsan a li ser transan de gef li me xwarin.”
Ana Fornaro û Maria Eugenia Luduena di sala 2016an de Agencia Presentes ava kirine. Ajans nûçeyên derbarê tundkariya li dijî civakên LGBTI+ û mafên mirovan ên ji Arjantîn, Şîlî, Perû, Paragûay, Ûrûgûay û Hondûrasê, diweşîne. Xebatkarên Agencia Presentesê diyar kirine ku her gavê gef li wan tê xwarin û wan ji ber van gefan hinek nûçe neweşandine.
“Li telefonên min guhdar dikin”
Iyamah hevdîtinek bi çêkera/ê fîlman a/ê îranî re kiriye. Çêkerî/ê gotiye, wê xwestiye li ser jiyana transekê/î belgefîlmekî amade bike lê him ji bo wî/ê him jî ji bo kesên wê di belgefîlmê de cih bigirin, xetere ye: “Haya min jê heye, li telefonên min guhdar dikin û jêpirsîna kesên li derdora min in, ji ber çîroka ez li ser kar dikim, tê kirin.”
Febriana Firdausa ji Endonezyayê diyar kiriye ku berê kesî tiştek ji çêkirina nûçeyên derbarê mafên LGBTI+yan re tiştek nedigot lê piştî 2016an, pêla nefretkirina homofobîk hiştiye gef lê bê xwarin û ji ber metirsiyê ew dest ji kar berde.
Mark Stern, rojnamegerê ku li DYAyê nûçeyan li ser mafên LGBTI+yan dinivîse, gotiye ku geek caran ji ber nûçeyên LGBTI+yan diweşîne, gef lê tê xwarin. (EMK/FD)