Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Berdevkê Partiyê Deniz Yucel civîneke çapemeniyê li dar xist û namzetên şaredariyan ên ji aliyê meclîsa partiyê ve hatin diyarkirin eşkere kir.
Ekrem Îmamoglû li Stenbolê û Mansur Yavaş jî li Enqereyê dîsa bû namzet.
Yucel weha got:
"Di Meclîsa Partiyê de hin namzetên me yên şaredariyê hatin diyarkirin. 4 namzetên me yên şaredariyê ji bo bajarên mezin in, 2 ji wan ji aliyê serokê me yê berê yê giştî Kemal Kiliçdaroglu û Serokê me yê Giştî Ozgur Ozel ve hatibûn diyarkirin.
“Birêz Ekrem Îmamoglû yê ku Stenbol ji zîhniyeta şaredariya talanker rizgar kir û birêz Mansur Yavaş ku Enqere ji kesên ku parsel bi parsel difirotin rizgar kir.”
Namzetên din jî wiha ne:
Bursa: Mustafa Bozbey
Balıkesir: Ahmet Akın
Yucel diyar kir ku wan bi giştî li 227 herêman namzed diyar kirine û got ku li 227 navendan 6 bajar û 4 jî bajarên mezin hene.
Her weha şaredara Boluyê Tanju Ozcan jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku endamên Meclîsa Partiyê yên CHPê ew wek namzed ragihandine.(AO/AY)