Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) gotiye, ew ê rapora xwe ya derbarê Pirsgirêka Kurdan de nû bikin. Rapor bi sernavê “22 Pirs 22 Bersiv” hatibû amadekirin.
Kiliçdaroglûyî di dema Komxebata Şaredarên CHPyê de pirsên komeke rojnamegeran bersivandiye.
Li gorî nûçeya Rifat Başaranê ji rojnameya Hurriyetê, Kiliçdaroglûyî pirsa li ser nîqaşên hilbijartina pêşwext bersivandiye û gotiye, banga wan ji bo hilbijartina pêşwext nîne.
Kiliçdaroglûyî derbarê rapora wan a Pirsgirêka Kurdan de jî wiha axivî ye: “Beriya niha bi sê çar salan me raporek derbarê Pirsgirêka Kurdan de amade kiribû ku navê wê ’22 Pirs 22 Bersiv’ bû. Em dixwazin li gorî rewşa nû vê rapora bi navê ’22 Pirs 22 Bersiv’ nû bikin. Xebatê li ser wê dikin.”
"Nabe li gor kesekî sîstem ava bibe"
Serokê CHPyê derbarê sîstema serokomariyê de jî wiha gotiye: “Sîstema ku anîne ji bo dilxweşkirina kesekî ye. Nabe li gor kesekî sîstemek bê avakirin. Çima ya li Tirkiyeyê sîstemeke sosret e? Ji ber ku li gorî kesekî ye. Yanî ji ber ku Erdoganî xwestiye. Min di axavtina xwe ya 23yê Nîsanê de nêrînên CHPyê bi şeş xalan nîşan da. Bêalîtiya Serokomarî xala yekem e. Min bi şeş xalên weke serxwebûna dadê, azadiya çapemeniyê aşkere kir. Heke bixwazin van şeş xalan pêk bînin bila werin. Em dixwazin sîstemeke demokratîk bê avakirin. Lê gelo AK Partî dikare van tiştan bike, na nikare. Ji ber, AK Partî partiyeke wisa ye ku li gorî serokî hatiye sazkirin. Vîna kesekî heye, vîna ew AK Partiya ku gelekî mezin e nîne.” (AO/FD)
Fotograf: AA/Arşîv