Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamentoya Tikiyeyê dê di 23yê Îlonê de ji bo minaqeşeyên li ser tezkereya mûdaxeleya li Iraq û Sûriyeyê bicive.
Berdevkê koma Partiya Neteweperest a Gelî(MHP) Erkan Akçayî eşkere kir ku ew ê ji bo tezkereya li ser Sûriye û Iraqê dengê erê bidin.
Berdevkê koma Pariya Komarê ya Gelî(CHP) Engîn Altayî li parlamenê got: “Heke ev yek bibe palpişta TSK(Hêzên Çekdar ên Tirk) em ê dengê erê bidin.”
Berdevkê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Osman Baydemîrî got:
“Îskoçyayê jî referandûm kir. Çima we tezkereyek çênekir? Dema mesele dibe kurd nayê xwestin kurd bi îradeya xwe tev bigerin. Wek her carê em ê ji vê tezkeretê û tezkereyan re bibêjin nexêr.”
Referandûma Serbixwetiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê di rojeva sîyasî de ye. Parlamento dê di 23yê Îlonê de kom bibe.(BK/MB)