Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Êlihê karmendekê TUIKê (Sazîya Îstatîstîkan ya Tirkan) çûye mala Tenzire Çetinê û pirsên tirkî jê kirine.
Ji ber ku ew tirkî nizane bersiv nedaye. Karmendî ceza lê biriye, wekîlê ji Partiya Komarî ya Gelî (CHP), Ali Mahir Başarirî li meclîsê pirsî ka çima ceza hatiye dayin.
Li gor qanûnên Tirkiyeyê welatî mecbûr in bersiva pirsên TUIKê bidin. Ji ber ku Tenzire Çetinê bersiv nedane, 55 TL (Lîreyên Tirkan) cezayê pereyî lê hatiye birrîn.
Welîlê CHPyî pirsîye:
*Wek Tencîre Çetinê cezayên bi vî rengî li çend kesan hatiye birrîn.
*Ji ber çi ceza li Tenzîre Çetîna ku tirkî nizane hatiye birrîn?
*Digel ku wê nezaniye bi tirkî biaxive karmendê TUIKê israr kiriye ew bersivan bide. Gelo di heqê karmendî de ti kiriyarên qanûnî hatine kirin.
(HA/MB)