Pirtûka bi navê Charlie and the Chocolate Factory ya nivîskar Roald Dahlî yek ji navdartirîn pirtûkên zarokan e. Pirtûk piştî ku ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin, niha jî bi navê “Charlie û Febrîqeya Çîkolatan” bi kurdî çap bûye.
Aydin Rengînî pirtûk ji zimanê wê orîjînal ango ji ingilîzî ew wergerandiye kurdî û Weşanxaneya Cervantesê jî ew çap kiriye.
Di çapa wê ya kurdî de jî îlustrasyonên Quentin Blake-î hatine bikaranîn.
Pirtûk bi ingilîzî hatiye nivîsîn, cara pêşiyê di sala 1964an de li DYAyê çap bûye. Ji ber ku li DYAyê gelek navdar bûye, di sala 1967an de vê carê li Ingilîstanê çap kirine.
Piştî wê jî, ji bo 60 zimanên din hatiye wergerandin û bûye yek ji navdartirîn pirtûkên zarokan.
Zarok û fabrîqeya çîkolatan
Di romanê de çîroka Charlieyê bi dê û bav û her du bapîr û dapîrên xwe re li qiraxa bajerekî mezin di nava xanîyekî textîn ê biçûk de heye. Ew malbateke xizan e. Charlie li ser çîkolatayê dimire. Lê ji ber xizaniya wan ew bi tenê dikarin salê carekê çîkolatayê bikirin. Li vî bajarê mezin febrîqeyeke çîkolatan ku ji mala wan jî xuya dike heye. Di cîhanê de çîkolatayên herî navdar çêdike. Rojekê xwediyê vê febrîqeyê Wonka dibêje ku ew ê pêşbaziyekê li dar bixe û piştre jî ew ê warisekî/ê ji xwe re bineqîne ku vê împeretoriyê dewrî wî/ê bike. Ji bo wê, pênc bîlêtên zêrîn dixe nava çîkolatayan û dibêje, 5 kesên van bilêtan bibinin wê ji bo rojekê bibin mêvanên febrîqeyê. Charlie jî weke hemû zarokan dixwaze bîleta wî ya zêrîn lêxîne. Bilêtên zêrîn ji pênc zarokan re lêdixe ku yek ji wan jî Charlie ye û ew diçin rojekê li febrîqeyê dimînin.
Fikra nivîsandina çîroka Charlie ji wan rojên ku Roald Dahl li dibistanê dixwend dihat. Di wê demê de li İngilîstanê du febrîqe hebûne ku yek jê Cadbury ya din jî Rowntree bûye. Herdu fabriqe jî bi çêkirina çîkolatayan navdar bûne û di navbera wan de rikeberiyek hebûye. Ew û hevalên xwe yên polê, carinan bi hev re diçûn cem Cadbury ku qetikên çîkolatayên nû hatine dahênan, tehm bikin. Wî her dem xeyal dikir ku rojekê qetikê çîkolataya xwe ya navdar ew ê rojekê dahênene û Cadbury Begê wê pesnê wî bi vê bide.
Ji ber pirtûkê fîlm çêbûne
"Charlie û Febrîqeya Çîkolatan", her weha du caran bûye fîlm. Yek jî di sala 1971yê de bi navê "Willy Wonka û Febrîqeya Çîkolatan" ya din jî di sala 2005an de bi navê "Charlie û Fabrîqeya Çîkolatan" e ku di ya duyem de lîstikvanê navdar Johnny Depp di rola Wonkayî de bû.
Umpa Lumpa
Pirtûkê hin xelat jî wergirtine û ji ber hin mijaran hatiye rexnekirin jî. Di pirtûkê de “mirovên biçûk” ên bi navê Umpa Lumpa hene ku li fabrîqeyê karker in. Li beramberî karkirina wan Wonka dendikên kakaoyan dide wan. Ew ji bajarê Loompalandê hatine ku giraveke biçûk a li Okyanûsyaya Pasîfîkê ye. Ji ber ku Dahl “mirovên biçûk” weke mirovên afrîkayî û çermreş sewirandiye, bi nîjadperestiyê hatiye tohmetkirin.
Dema di sala 1970yî de diyar bûye ku ji ber pirtûkê fîlmek bê amadekirin, Yekîtiya Netewî ya ji bo Pêşketina Mirovên Çermreş, bertek nîşan daye û gotiye, Umpa-Lûmpa koleyên çermreş ên ji Afrîkayê tîne bîra mirovan. Her çend Dahl li dijî van rexneyan derketibe jî di pirtûka xwe ya din de ev rewş guherandiye. Li gorî vê rewşê, Umpa Lumpa bûne cûceyên çermspî yên hîppî.
Roald Dahlî di sala 1972yan de berdewama vê pirtûkê bi navê “Charlie û Asansora Mezin a ji Camê” weşandiye. Wî xwestiye pirtûka sêyem a vê rêzê binivîse, lê derfet nedîtiye.
Derbarê Roald Dahlî de
Roald Dahl di sala 1916an de li Walesan ji malbateke norvecî re çêbû. Beriya ku ew li Efrîqayê ji bo Shellê dest bi kar bike li Brîtanyayê perwerdehî wergirtiye. Ew li RAFê (Royal Air Force/Hêzên Hewayî yên Şer ên Brîtaniyaya Mezin) pîlotiya firokeya şer kiriye. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de derbek li sere wî ketiye û piştre wî dest bi nivîsandinê kiriye. Roald Dahl nivîskarekî wêjeya zarokan ê herî serkeftî ye. Roald Dahl di 74 saliya xwe de, sala 1990î çûye ser dilovaniya xwe. (FD)