Chalak Events wê "Spoken Word Kurdi"ya 12em pêk bîne
Di vê bernameyê de wê mijar “Çîrokên Koçgiriyê û Kilamên Anatoliyayê” be. Alî Dûran Topûz, Dîlan Yeşîlyaprak û Vedat Yildirim wê beşdarî bernameyê bibin.

Chalak Events 12em bernameya Spoken Word Kurdiyê wê li dar bixe. Mijara Spoken Word Kurdî 12emînê jî "Çîrokên Koçgirîyê û Kilamên Anatolîyayê" ne.
Nivîskar û rojnamevan Alî Duran Topuz wê çîrokên ji pirtûka xwe ya bi navê "Rû û Kûr" bixwîne û behsa çîrokên herêma Koçgirîyê bike. Perkûsyonîst Dîlan Yeşîlyaprak wê bi li ser dikê li darbukaya xwe bide.
Stranbêjê koma BAJAR û Kardeş Türkülerê Vedat Yildirim jî wê çend stranan bistre û behsa kilamên kurdên Anatoliyayê bike.
Bernameya ku bêpere ye wê di 18ê Çiriya Paşiyê de saet 20.00ê li Taksîma Stenbolê, li Nînova Cafeyê destpê bike. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.