Chalak Events li ser weşangeriya kurdî wê panelekê li dar bixe
Di bernameyê de wê behsa weşangeriya kurdî û rewşa du weşanxaneyên kurdan, weşangeriya Nûbiharê û Weşangeriya Peywendê bê kirin.

Chalak Events, bi minasebeta 15ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî wê panelekê li dar bixe. Di panelê de lêkolîner Mesut Serfiraz wê bi sernavê “Ji Serdema Osmanî heta Hawarê Weşangerîya Kurdî (1898 - 1943)” behsa rewşa weşangeriya kurdî bike.
Paşê xwedî û edîtorên 2 weşanxaneyan, Sûleyman Çevîk “Nûbihar” û Omer Faruk Yekdeş “Peywend” wê behsa serpêhatîyên weşangerîya xwe, di pêvajoyên cuda de rewşa weşangerîyê, polîtîkaya weşanxaneyê û pirsgirêkên derketine pêşîya xwe bikin.
Edîtorê bianet kurdîyê Murat Bayram wê moderatorîyê bike.
Bername bi navê “Cejna Zimanê Kurdî û Weşanxane” wê 19ê Gulanê, saet di 17.00ê de li Weqfa İsmail Beşikçiyî bi rê ve biçe. (FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.