Chalak Eventsa Wanê ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî rêzebernameyek amade kiriye.
Li gorî vê rêzebernameyê wê 3 çalakî pêk werin.
Chalak Evenst roja 12ê Gulanê, bi beşdariya nivîskar Remezan Kayayî wê panelekê lidar bixe. Remezan Kaya wê li ser “Edebîyateke dekokolonîyal û estetîk pêkan e” biaxive. Di vê bernameyê de moderator nivîskar Mihemed Şarman e. Piştî axavtinan wê di bernameyê de Ronî Şarman wê li pîyanoyê bide.
Roja 13ê Gulanê, nivîskar/wergêr Samî Hêzil wê bi sernavê 'Mîtolojî û Wêjeya Kurdî' gotarekê peşkeş bike. Di vê bernameyê de moderator Heval Batû ye.
Bernameya sêyem jî wê roja 14ê Gulanê pêk bê. Di vê bernameyê de şanoger Mehmet Erbey wê li ser sahneya Tiyatro Mencelê, performansa Stand Upê pêk bîne.
Chalak Eventsa Wanê, di sala 2018an de ji aliyê 7 xwendekaran ve hatiye avakirin. Xebatên kurdî yên çandî, hunerî û kulturî saz dike.(FD)