Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaxê Bûrsayê yê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) 33 saliya xwe bi bernameyeke xelatdayînê pîroz kiriye. Di bernameyê de li ser navê Malbat û Girtiyên doza Geziyê, xelat dane hevjînê Çîgdem Materê, rojnameger Mûrat Ûtkûyû.
Serokê Şaredariya Mûdanyayê Hayrî Turkyilmazî xelat daye Ûtkûyî.
Bername duh (7ê Kanûna Pêşiyê) li navçeya Nîluferê, li Gastro Sanayiyê pêk hatiye. Di bernameyê de kesên hêjayî “Xelatên Hemdem” hatine dîtin, xelatên xwe wergirtine.
Saziyê ji ber van sedeman xelat daye Malbat û Girtiyên Doza Geziyê:
“Di Çiriya Paşiyê ya 2018ê de bi operasyoneke derengê şevê, hatin desteserkirin, Piştî îfadeyên wan wergirtin, serbest bûn. Paşê lêpirsîna ji bo wan dihate kirin û “Doza Geziyê” kirin yek dosye ku derbarê mafparêz Osman Kavalayî de hatibû vekirin û Kavala beriya wan bi salekê girtî bû. Di 25ê Nîsanê de dadgehê biryara xwe da. Dadgehê 18 sal cezayê girtîgehê li Yîgît Alî Ekmekçî, Mucella Yapici, Mîne Ozerden, Çîgdem Mater, Alî Hakan Altinay, Can Atalay, Tayfûn Kahramanî û cezayê miebeta girankirî jî li Osman Kavalayî birî. Sîstema hiqûqê ya îro li welêt serwer e Girtiyên Geziyê dadgeh kirin ku em weke Şaxê Bûrsayê yê ÇGDyê bi Xelata Piştevaniyê ya sala 2022yê bersivê didin serhildana wan a “Welatperwer, demokrat, sosyalîst, sosyal demokratên ezîz, ji bo hûn bên ba hev û ji bo ‘Geziyeke’ siyasî ya ji bo mafên mirovan, aştî û demokrasiyê ava bikin, ma hûn li bendê ne li girtîgehan kom bibin?”
Endamên Lijneya Şêwirmendan ên Şaxê Bûrsayê yên ÇGDyê jûriya xelatdayînê bû û biryar daye ku xelatan bidin 12 kesan an jî saziyan.
Xelatên din ev in:
Xelata Pênûsên Ciwan ên 2022yê
Ji Gazete Duvar û Bursaport.comê Pelîn Akdemî, ji Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê Îsmaîl Hakki Suymen û ji Enbursa.com”e Melîsa Ozturer.
Xelata Edaletê ya 2022yê
Alîkarê Şaredarê kevn ê Yalovayê Vefa Salman û Şaredarê Findikliyê Şahîn Çervatoglû.
Xelata Piştevaniya Demokrasiyê ya 2022yê
Parlamentera Partiya Karkeran a Tirkiyeyê Salîha Sera Kadigîl.
Xelata Xwezayê ya 2022yê
Şaredarê Nilûferê Tûrgay Erdem.
Xelata Sporê ya 2022yê
Werzîşvanê duçerxan Barış Asayê ku li Bûrsayê di qezaya trafîkê herdu lingên wî ji nav çûbû.
Xelata Piştevaniya Çanda Bajarî ya 2022yê
Fehmî Engînalp
(AÖ/FD)