Jîmmy Laî, patronê medyayê tevlî xwepêşandana dibû
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jîmmy Laî, patronê medyayê ku niha di girtîgehê de ye ji ber ku tevlî xwepêşandanekî bêdestûr bûye bi cezayê nû re wê bi 20 mehan cezayê girtîgehê re rûbirû bimîne.
Di nav aktîvîstên ku îro ceza stendine de Fîgo Chan, Leûng Kwok-hung ku weke “pozê dirêj” tê zanîn û Lee Cheûk-yan cîh digirin. Cheûk-yan 18 meh cezayê girtîgehê xweriye.
Li gorî nûçeya Reûtersê di biryara roja îniyê de dadrês Amanda Woodcockê gotiye, îddiayên hin bersûcan yên ku xwepêşandanên 1ê Çiriya Pêşiyê wê bi aştiyane be “nerastin”.
Di roja netewî ya Çînê de di navbera polîs û xwepêşandêran de pevçûnên mezin qewimîn. Rayedarên polîsan piştre bûyer weke “yek ji rojên Hong Kongê yê herî bi aloz û tûnde” binavkiriye.
(PT/AY)