Cezayê girtîgehê li şaredarên Pulur û Dersîmê hat birîn
Li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Dadgeha Cezayê Giran a Dersîmê bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul birî.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê nûnerên partiyên siyasî jî tev li danişînê bûne. Konak, di danişînê de axivî û îdiayên tên kirin red kir. Parêzeran jî xwestin muwekîlê wan bê beraetkirin.
Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Konak birî.
Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul ku serbi CHPyê ye jî ji heman dosyayê dihat darizandin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.
(Mİ/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.