Tirkiyeyê di Kanûna Pêşiya 2023an de bêyî ku li serlêdana wî ya penabertiyê binêre rapbêj Amîr Huseyîn Maksudlu ku bi navê sahneyê “Tatalu” radestî Îranê kiribû. Îranê bi tohmeta ku “Heqaret li Pêximber Mihammed kiriye” cezayê darvekirinê li Maksudlu birî.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Îranê de hatine belavkirin, dadgeha îstînafê îtîraza dozgeriyê ya li ser cezayê “bêrêzî li olê kiriye” ku li rapbêjê navdar Amir Husên hatibû birîn qebûl kir û ji ber heqaret li pêxember Mihemed kiriye cezayê darvekirinê da.
Di doza ku dîsa dest pê kir de, Tatalu vê carê ji ber heqaretê li pêximber Muhammed kiriye, bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin.
Hunermendê kolanan ê 37 salî, ji sala 2018 heta 2023an li Stenbolê dijîya, di Kanûna 2023an de ji aliyê polîsên Tirk ve radestî Îranê hat kirin. Ji wê demê ve li Îranê girtî ye.
Hunermendê ku bi navê Tatalu tê naskirin,li Îranê di nava ciwanan de gelek tê heskirin.
(AEK/AY)