Cenazeyê Rozerîn Çukurê ku di 8ê Çileyê de li Sûrê hatibû kuştin û dewletê cenazeyê radestî malbatê nedikir, hat tespîtkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DIHA) piştî testa DNAyê hatiye terspîtkirin ku cenazeyeke li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê aîdê Rozerîn Çukurê ye.
Cenaze dê ji hêla malbata Rozerînê ve li gundê Herîdan ya girêdayê navçeya Pîranê were definkirin.
Piştî 5 mehan cenaze hat tespîtkirin
Rozerîn Çukur li taxa Fatihpaşayê ya Sûrê hate kuştin. Li gelek malperên nûçeyan hatibû gotin ku Rozerîn Çukur ji hêla nîşangiran ve hatiye kuştin.
Gelek malbata ku ya Rozerînê jî tê de ye, ji ber ku cenazeyên zarokên wan radestî wan nayê kirin li Navenda Çanda Dicle-Firatê dest bi nobetgirtinê kiribûn.
Encamên testa DNAyê ku li Saziya Tip a Edlî ya Stenbolê hat kirin, di 4ê Hezîranê de diyar bûn lê cenazeyê Rozerînê nehatibû tespîtkirin.
Piştî ku îro bavê Rozerînê carek din ji bo tespîtkirinê serî li dozgeriyê da, agahî hat dayîn ku cenaze hatiye tespîtkirin.
Dayîka Rozerînê hawar dikir
Vîdeoya ku rojnameger Semra Pelekê amade kiribû de dayîka Rozerînê daxwaz dikir ku cenazeyê keça wê radestî wan were kirin û wiha hawar dikir: ‘Çi ji destê we tê bikin, bila cenazeyê me bidin.’
Dayîka Rozerînê Fahriye Çukur di foruma li Amedê hat lidarxistin de ji jinan re wiha digot: ‘Ez hemû jinên ku hatine vir silav dikim. Rozerîn keçeke 16 salî bû û xwendekara lîseyê bû. Wê dixwest bibe derûnînas. Xeyalên wê şakindin. Bila êdî xweyalên Rozerînên din neyê şikandin. Em dixwazin ku bila cenazeyê me bidin. Ka sûcê wê çibû? Ji bilî kurdbûnê tu sûcekî wê nebû... Ez li ber hemû dayîkên şehîdan rêz digrim...’
(BK/YO)