Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaiş a 21 salî di 27ê Îlonê de li Wanê winda bûbû û cenazeyê wê li qeraxa Gola Wanê hatibû dîtin. Cenazeyê Kabaîşê li Amedê hat definkirin.
Piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Wanê, cenazeyê Rojîn Kabaişê ji aliyê bavê wê Nîzamettîn Kabaiş û xizmên wê ve hate wergirtin.
Cenazeyê Kabaiş birin Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezana Amedê.
Piştî nimêja cenazeyê ya ku li Mizgefta Yenîkoyê hat kirin, jinan darbest hilgirtin. Cenazeyê wê li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.
Tevî xizmên Kabaişê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.
(RT/AY)