Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hunermend Cemîl Qoçgîrî wê li Beyoglûya Stenbolê konserekê bide. Konsera Qoçgîriyî wê 18ê Adarê roja înê li Beyoğlu Konektiva Sanat & Sahne Evi pêk were.
Qoçgîrî herî dawî di sala 2019ê de tevlî Erkan Ogûrî li Navenda Çandê ya Turkan Saylanê konserek dabû. Piştî vê konserê bi 4 salan wê Qoçgîrî di konsereke din de stranên xwe bistirê.
Bîletên konserê li ser malpera biletix û li gîşeyê tên firotin.
Derbarê Cemîl Qoçgîriyî de
Li Almanyayê jidayik bûye. Di 12 saliya xwe de dest bi Tenbûr (sêtêl / saza Pîran) kiriye. Ji 16 saliya xwe û pê de derketiye ser dikê û stran strane. Bêhtir bala xwe dide ser hêla mîstîk a tenbûrê û şêwegirtina cûreyên muzîka çand û baweriyên Anatolyayê. Her weha him di albumên xwe him jî di yên hunermendên din de li enstrumanan dide û aranjeyan dike. Yekem albûma wî ya solo bi navê Aşk-ı- Pervaz di sala 2004ê de, Di sala 2005ê de mûzîk vîdeoya wî ya li ser Derwîşên dawî yên li Mûnzirê dijîn ya bi navê "Sarraf / Stranên Gel ên Dêrsimê", di sala 2007ê de duyem albûma xwe Heya, di sala 2013ê de sêyem albûma xwe Hiva Zerri û di sala 2015ê de Sony Musik Classicalê albûma wî ya bi navê Tenbûr & Harp weşandiye. Di sala 2017ê de albûma wî ya bi navê Zelal, di sala 2018ê de ya bi navê Bêdawiti û herî dawî jî di sala 2019ê de tevlî Avian Quartetê albûmek ji ber konsera zindî derxistiye.
Qoçgîrî her weha bi gelek kom û hunermendên bi şêweyê ceribandinê, jazz û etnîk de muzîkê dikin re projeyên hevbeş çêkiriye ku Aynûr Dogan, Kînan Azmeh, Kayhan Kalhor, NDR Bigband, Morgenland Chamber Orchestra Netherlands Blazers Ensemble, Mîkaîl Aslan, Salman Gambarov, Erkan Ogûr, Îsmaîl Hakkidemircioglû û Tara Jaf beşek ji van kesan in. (FD)