Li paytextê Îtalyayê Romayê ji sala 1923yê ve ye ku li ser navê gîtarjenê îtalyan ê bi navê Alirio Diaz xelat tê dayin, îsal gîtarjenê kurd, Cem Şivan Ergül bûye yê yekem.
Li gor nûçeyeka gazeteFersudeyê, Pêşbirka Gîtarjenên Ciwan a Alirio Diazî 3-4ê Îlonê hatiye pêkanîn. Di pêşbirkê de Cem Şivan Ergül bûye yê yekem.
Yekemê pêşbirkan
Ergul sala 2001ê hatiye dinê û li Zanîngeha Akdenîzê xwendekarê beşê konservatuwarê ye.
Ergul di 13 saliya xwe de, di Pêşbirka Gîtarjeniyê ya Stenbolê de jî bûbû yekem.
(MB)
Wêne: Twitter/@temoselim