Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Tirkên Afro civakeke heterojen e û di sektorên cüda de dixebitin. Sektora zêdeyî tê de kar dikin, tûrîzm e. Ji ber ku ev sektor ji yên din hinek zêdetir kozmopolit e, kesên rengreş dikarin ji xwe re kar peyda bikin.
Lêkolînên li qadê hatine kirin nişan dide ku Tirkên Afro di tûrîzmê de zêdeyî anîmatorî dikin. Yanê di mekanên şahînî û ragihandinê de dixebitin. Alkr. Doç. Dr. Lulufer Korukmez dibêje kesên rengreş li Tirkiyeyê weke sembolên mekanên şahinî tên dîtin.
Tirkên Afro yên li gundan dijîn jî yan di hilberîna modern de, yan jî di karên qezançkêm de dixebitin. Ji ber zeviyên destê wan de piçûk in, di karên rojane û demsalî de dixebitin.
“Tu yê tenê li maseyên derê barê rûnî”
Di jiyana xebatê de ferqmeyîliya li ser Tirkên Afro tê kirin, du awayî ye. Xwediyên kargehan yan ji ber nijadperestiya xwe kesên rengreş hilnadin ser kar, an jî dibêjin hebûna rengreşan bo karkirinê balkêşiyek e û wan didin xebatê.
Korukmez derbarê vê yekê de behsa mînakeke wiha dike:
“Di hevpeyvînan de kesek wiha gotibû. Barekî li Alsancakê teklif karekî wiha dike: “Tu yê bes li ser maseyên dere barê rûnî ku muşterî werin barê de.” Yanê rewş gihiştiye asteke wisa ku ji nirxandinên me zêdetir e.
“Hin caran mirov dibêjin ku vaye çiqas xweş e ku hildane ser kar. Bêguman ev yek ferqmeyîlî ye. Însanan di nav hilberîn û karkirinê de nabînin û bi vî awayî obje dikin.”
“Gelek caran GBT ji wan tên xwestin”
Mêrên rengreş ji ber cudabûna rengê wan gelek caran bi qaçaxçîtî û firatina afyonê tînin ziman û bi vî çavê li wan dinerin. Dema ku ji cihek diçin ciheke din, polis gelek caran wan dide sekinandin, nasnameyên wan kontol dike.
Hêzên ewlehiyê gelek caran matmayî dimînin ku keseke rengreş xwediyê nasnameya Tirkiyeyê. Jş ber ku civaka Tirkiyeyê hema beje derbarê Tirkê Afro de ti tiştekî nizanin.
Rojnameger Alev Karakartal: “Dema em nasnameya xwe nîşanî wan didin hin caran ji me bawer nakin. Bi tewanbariya nasnameya sexte, me gelek caran dibin qereqolan.”
Hejmara kesên ji wan ku di saziyên dewletê de dixebitin jî gelek kêm e.
Korukmez dibêje, “Hûn çiqas rengreş bin, peydakirina kar zêdetir dibe pirsgirêk” û ji bo îstîhdamê girîngiya rengê mirov jî wiha tîne ziman:
“Me bi 3 birayan re zêdetirî 30 hevdîtina kirin. Rengê her sê birayan ji hev cüda bû. Yek renreş, renge ya din wekê Latînan, ê din jî nêzî spiyê bû. Birayê rengreş ti karî ji xwe re peyda nedikir û ji wî tirî dema lêgerîna kar de xwe nikare baş îfade bike û bo vê yekê xwişka xwe sûcdar dike. Paşê jê re gotiye ez ê werim te bibinim û çûye cem wî. Wê demê pê zaniye ka cûdabûna rengê mirov çiqas girîng e.”
Turkkolu: Dema tu ji cih û warê xwe diqetî xerîbî dikşînî
Ferqmeyîliya li gund û bajaran ne ji hev e. Li navçe û gundan ferqmeyîliya ji ber cûdabûna reng hindik e, lê li bajêr zêdetir e. Beyhan Turkkolu ji Tirkên Afro ye û di tûrîzmê de dixebite û tişten hatiye serê wê wiha tîne ziman:
“Tûrîzm karekî gerdûnî ye. Bo vê yekê tişteke pir mein bi serê min de nehatiye. Lêbelê dema hûn ji cihên dijîn dûr dikevin, rastî hin tiştên din tên. Mala min li Eşrefpaşayê ye û kesên li wir dijîn hev du nas dikin.
“Ez li wir xerîbî nakim. Dema ez ji wir tême Alsancakê, bi çavekê xerîb li min dinhêrin. Bi gotinan destdirêjî l imin tê kirin. Gotinên wan him Îngîlîzî him jî bi Tirkî ne. Car caran jî bi deste min nişan dikin û dibêjin Ereb”
Pirsgirêkên jinan zêdetir e
Li Tirkiyeyê wekê hemû jinên din, jinên Tirkên Afro jî ji ber zihniyeta erkperest di bin zextan de ne. Lêbelê pirsgirêkên wan ji yên din zêdetir e.
Jinên xwendevan û xwedîpîşe, him di jiyana xebatê de him jî di jiyanên xwe yên ferdî de li gorî yên din dikarin bi hêsanî li dijî fermeyîliyê denge xwe bilind bikin. Lê jinên karkerên demsalî ku di hilberînê de dixebitin, ser wan ferqmeyîlî û zextên tên kirin û nikarin denge xwe bilnd bikin.
Karakartal diyar dike ku wê di siberojê de ji bo wan jinan hin projeyên piştgiriya aboriyê pêk were û wiha dibêje: “Li ser wan jinan zêdetir destdirêjî tê kirin. Bêyî sîgorte wan didin xebatê. Jinên rengspî dikarin daxwaza sîgorteyê bikin, lêbelê ew nakin. Bo vê yekê em ji zarokan re dibêjin perwede bibin, xwedî pîşe bibin.”
Kenan Çayir: "Divê hişmendiya hişk, sivik be"Navenda Lêkolîn û Pêkanîna Xebatên Civakî û Perwerdehî ya Zanîngeha Stenbolênavbera mamosteyên dibistanan û akademîsyenên li zanîngehan de têkilî çêdike û ji bo zêdebûna parvekirina agahiyên her du aliyan de xebatan pêk tîne. Prof. Dr. Kenan Çayir li ser ferqmeyîliya di perwerdehiyê de dixebite û dîroktorê navendê ye. Çayir diyar dike ku li dijî divê ferqmeyîliya di perwerdehiyê de xebatê xurt were kirin. Hişemendiya hişk ku li hemberî hin civatan tê meşandin, dibe sedema ferqmeyîlîkirinê û wiha dibêje: “Lêkolînên hatine kirin nişan dide kul i hemberî Tirkên Afro helwesteke hişk heye. Yê ku dibe sedema ferqmyîliyê ev hişmendiya hişk e. Destpêkê de divê mirov van baş zanibe û ji bo sivikkirina hişmendiya zarokên li dibistanê xebat bimeşîne.” “Mirov dikare xebateke wiha bes li ser wêneyên di pirtûkên zarokan de jî bike. Weke mînak, di pirtûkên dibistana destpêkê de wêneyên zarokên ji welatan hene. Lêbelê wêneyên zarokên Çînî û Ereb wisa hatiye nişandan ku hişmendiya li hemberî wan tûjtir dike. “Divê mirov di wêneyan de cûreyên kincên li ser wan zêdetir bike, him bi kincên modern him jî bi kincên gelêrî nişan bide. Ev bo sivikkirina hişmendiyê riyeke baş e. Her wiha derbarê Tirken Afro de bi awayekî pirrengî agahî di dersan de were dayîn, wê bibe xebateke baş.” |
(AT-FD/NU/HK)
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.