Fotograf: Fatîh Aktaş-Amman / AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derveyî li Amman, paytexta Urdunê bi hevpîşeyê xwe Eymen es-Safedî re civîna çapemeniyê ya hevpar lidarxistî ye.
Çavûşoglû di axavtina xwe de têkildarî kontrol kirina Afganistanê û Kabîlê ji aliyê Talîbanê ve weha gotiye:
“Em bi hemû aliyan re di nava danûstandinan de ne, em danûstandinên xwe didomîne, bi Talîbanê re jî.”
“Em dixwazin bêjin ku me peyamên heta niha ji aliyê Talîbanê ve hatine dayîn bi erênî nirxandine.”
“Em ê di piştgirîkirina aramî, aştî û geşedanên aborî li Afganistanê de berdewam bin.”
(AS/AY)