Careke din êrîşî gora Jîna Amîniyê kirine
Êrîşkaran ziyan daye gora Jîna Amîniyê ku li bajarê Seqizê ye. Malbatê gotiye ew ê gorê dîsa çêbikin.

Fotograf: MA
Hin kesan li Seqizê, bajarê Rojhiatê êrîş biriye li ser gora Jîna Amîniyê. Beriya niha jî çendîn caran êrîşî gora Jîna Amîniyê hatibû kirin û malbata wê gor çêkiribûn. Malbata Amîniyê piştî vê êrîşa dawiyê jî ragihandiye ku ew ê gorê çêbikin.
"Polîsên exlaqparêz" di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li seranserê Îranê, xwenîşandan dest pê kiribûn. (FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.