Çapemeniya Letonyayê: Kîm Kî-dûk ji ber Covîd-19ê miriye
Derhênerê navdar Kîm Kî-dûk di meha Çiriya Pêşiyê de çûbû Letonyayê. Hatiye ragihandin di şeva 11ê Kanûna Pêşîyê de rakirine nexweşxaneyê û li wir miriye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çapemeniya Letonyayê ragihandiye ku Kîm Kî-dûk, derhênerê Koreya Başûr li Letonyayê ji ber Covîd-19ê miriye.
Li gorî Delfîya portala Letonyayê derhênerê navdar di şeva 11ê Kanûna Pêşiyê de li nexweşxaneyê ji ber Covîd-19ê miriye. Kîm Kî-dûk di 20ê meha Çiriya Paşiyê de çûbû Letonyayê.
Darîa Krûtova, wergêrê derhêner Kîm Kî-dûk jî mirina derhênerê navdar piştrast kiriye.
Balyozxaneya Koreya Başûr ya Letonyayê heta niha derbarê mijarê de tu nirxandinekî nekiriye.(PT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.