Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Can Dundar, Berpirsê Weşanê yê Giştî yê berê yê Rojnameya Cûmhûriyetê ji ajansa nûçeyan a alman dpayê re axivî ye. Dundarî gotiye ku ew ê beşdarî civîna çapemeniyê ya hevbeş ya Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê û ya Angela Merkel, Serokwezîra Almanyayê bibe.
Erdogan wê di navbera 27 û 29ê Îlonê de serdana Almanyayê bike.
Li gorî nûçeya beşa tirkî ya Deutsche Welleyê, Dundarî diyar kiriye ku ew dixwaze pirsê li ser rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî bike. Dundarî wiha gotiye: “Ez dixwazim ji Erdoganî bipirsim ku ‘çima we gotiye, li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne rojnameger lê terorîst hene?’.”
Dîsa destnîşan kiriye ku ew dikari bi awayekî hêsan delîlan jê re bibîne ku “ew ne terorîst lê rojnameger in.”.
“Ez ê rexneyên xwe rasterast li wî bikim”
Dundarî her weha gotiye, “Ez dixwazim rasterast rexneyên xwe li wî bikim” û heke bihata vexwendin ew ê biçûya xwarina ku Frank-Walter Steinmeier, Serokomarê Almanyayê ji bo Erdoganî daye.
Serokomarê Almanyayê wê roja îne li Qesra Serokomariyê, xwarinê ji bo Erdoganî bide.
Gelek parlamenterên Parlamentoya Almanyayê biryar girtine ku neçin bernameya xwarinê. Dîsa Angela Merkel, Serokwezîra Almanyayê û Heiko Maas, Wezîrê Karên Derve jî naçin bernameyê. (PT/FD)