Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dersdarê Zanîngeha Bogaziçiyê dokumanterçêker Can Candanî li dijî rêveberiya Zanîngeha Bogaziçiyê du doz vekirine.
Bi erêkirina Rektorê tayînkirî yê Zanîngeha Bogaziçiyê Nacî Înciyî Can Candan du car in ji karê xwe yê tê derxistin.
Li dijî biryara rêveberiya Zanîngehê ya ku dema erka wî dirêj nekiriye û cezayê disiplînê lê hatiye birîn, Can Candanî du doz vekirine. Candanî gotiye, “Her du kar jî bi zelalî nehiqûqî ye û neheqî ye.”
Parêzerê Candanî Firat Kûyûrtarî jî gotiye, dadgeha îstînafê beriya niha cezayê disîplînê betal kiribû ku rêveberiya zanîngehê ji bo ji kar avêtina Candanî re kiribû mahne.
Egîtîm-Senê piştgirî daye Candanî
Şaxê Zanîngehan a Stenbolê ya Egîtîm-Senê piştgirî daye Can Candanî. Egîtîm-Senê daxuyaniyek weşandiye û gotiye, rêveberiya dibistanê ne li gorî rêzikên zanîngehê kar dike.
Egîtîm-Senê diyar kiriye ku dibistan li dijî hiqûq û yasayan tevdigere: “Li dijî kayûmê Bogaziçiyê, em ewlehiya karî diparêzin.” (HA/FD)