Çalakvanê Sûriyeyî Katie ku 15 roj in agahî jê nayê girtin, hat girtin
Rêveberiya Emniyetê ya Stenbolê êvara borî bi malbata Katie re têkilî daniye û ji wan re gotine ku çalakvanê ku 15 roj in agahî jê nayê girtin di destê wan de ye. Katie duh derxistine pêşberî dadgehê. Dadgehê bi îdiaya "sîxuriyê" biryara girtina wî da.

Çalakvanê mafên mirovan ê Sûriyeyî Ehmed Katîe ku êvara 27ê Çiriya Paşiyê li Aksaraya Stenbolê ji aliyê 3 kesên ku hatiye îddiakirin wezîfedarên îstîxbaratê ne hatibû desteserkirin, duh (12ê Kanûna Pêşiyê) dadgehê biryara girtina wî da.
Rêveberiya Emniyetê a Stenbolê êvara 11ê Kanûna Pêşiyê li malbata Katie geriyaye û ji wan re gotine, Katie di destê wan de ye û wê sewqî dozgeriyê bikin.
Katie duh piştî nîvro li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê îfade da dozgeriyê. Piştre bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Piştî îfadeya li dadgehê Katie bi îdiaya "sîxuriyê" hat girtin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.