Ji bo nûçeya Tirkî
Ji bo ku Hevserokê Giştî yê DBPê Kamuran Yuksek serbest were berdan li ber avahiya Şaredariya Mezin a Amedê çalakiya runiştinê dest pê kir.
Dihat xwestin ku çalakî li ber Dadgeha Amedê were kirin. Lê bi biryara qaymeqamtiyê hemû çalakiyên li ber avahiya Dadgehê hatin qedexekirin. Li ser vê yekê çalakî li ber Şaredariya Mezin a Amedê tê kirin.
Hemû çalakî ‘heta biryareke din’ hatin qedexekirin
Ji bo HevserokêGiştî ya DBPê Kamuran Yuksek serbest bê berdan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Jinên Azad (KJA) û gelek saziyên sivîl diyar kiribûn ku wê ji saet 10an pê ve li ber Dadgeha Amedê çalakiya runiştinê pêk bînin.
Qaymeqamtiya Yenişehirê îro destnîşan kir ku ji saet 08:00an pê ve li derdorê avahiya Dadgeha Amedê hemû daxuyaniyên çapemeniyê, civîn, meş, standvekirin û çalakiyên runiştinê heta biryareke din hatine qedexekirin.
Derdorê avahiya dagehê ji hêla polêsan ve bi bendên hesin hate dorpêçkirin. Çalakiya runiştinê li ber Şaredariyê Mezin a Amedê tê kirin.
Daxuyaniya qaymeqamtiyê wiha ye:
“Biryar hat hildan ku ji bo anîn û neqilkirina sûcdaran bi ewle pêk were li derdorê avahiya dadgehê hemû (Pêşiya avahiyê û peyarêyên her dua liyan yê cadeya Elazigê jî di nav de), li derdora Karakoc Plazayêku li ser cadeya Prof. Selahaddin Yagciogluyê ye hemû daxuyaniyên çapemeniyê, civîn, meş, standvekirin û çalakiyên runiştinê ji 12.05.2016 saet: 08.00 pê ve heta biyareke din, hatiye qedexekirin.’ (BK/YO)