Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber sedema rabûyîna lehîyê û hezîna axê, Duzce wek “herêma bobelat lê heyî” hatibû îlankirin. Dana evarê jî biryar hatiye dayin ku bûyer yek ji “bûyerên bandorê li hemîya jiyanê dike” ye.
17 û 18ê Tirmehê da ji ber sedema şilîya zêde li Duzceyê lehî çêbibû.Ji pay lehiyê li gundên navçeya Akçakoca û a Cumayerîyê 7 kes wenda bibû û termê 5 kesan jî hatibû dîtin.
Ji ber vê yekê Walîtiyê daxuyanî dabû:
“ Ji ber sedema şiliya zêde di 17 û 18ê meha 2019an de li Duzceyê lehî çêbûbû. Ji ber vê yekê welatiyên Duzceyê wek afetzede hat qebûlkirin. Welatiyan zêde xesar dîtiye. Duzce ji aliyê Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û a Afetê ve wek bûyerên bandorê li hemîya jiyanê dike” hat dîtin. Di Koordînasyona Gerînendetîyê a
Hawirdor û Bajara îtîrazên xesara de dê teqez bê destnîşankirin û xebatên li ser raporên xesara û navên afetzedeya bê tespîtkirin û dê bê îlan kirin.”
Piştî ku herêma bobelat lê hatiye;
*Gund û kuçeyên ku hejmara xaniyên wan digîhîje heta 100an herî kêm ji 1/10ê wî
*Gundên û kuçeyên ku hejmara xaniyên wan ji 100an zêdetirin herî kêm 10 xanî
*Navçeyên ku nifûsa wan digîhîje heta 5 hezara û di bajaran de herî kêm 20 avahî
*Navçe û bajarên ku nifûsa wan herî kêm di navbera 5 -10 hezara da ye 25 avahî
*Navçe û bajarên ku nifûsa wan herî kêm di navbera 10-30 hezara da ye 30 avahî
*Navçe û bajarên ku nifûsa wan ji 50 hezaran zêdatir in herî kêm 50 avahî
*Navçe û bajarên ku nifûsa wan digîhîşe heta 30-50 hezara herî kêm 40 avahîyên ku xera bûna û carek din ji bo jiyînê neyên bikaranîn û xesarên bê veger bibîne dê ew cîh bibe buyerên ku bi giştî lî cihanê bandor dike ?
Ji bo bobelat bê îlankirin, divê rewş weha be:
*Dema ji ber bobelatê birîndar û mirî têne dîtin
*Dema ji sêyê yeka berhemên çandiniyê zerer dîtibe
*Dema ajalên biçûk û mezin ên ku telef bibin
*Cîhên ku zivistan pir zehmet e û dema înşeetê kurt bibe.
*Cîhên ku îmkanên çûnûhatinê pir kêm bibin
(AÖ/DD/MB)
*Dîlek Durgunê ev nûçe wergerandiye