Bûlga û Kayayê HEDEPeyî hatin girtin
Endamê PMê yê HEDEPê Naîf Bulga û endamê Meclîsa Ciwanan yê HEDEPê Mazlûm Kayayê ku li Mêrsînê hatibûn desteserkirin, hatin girtin.

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Naîf Bulga û endamê Meclîsa Ciwanan yê HEDEPê Mazlum Kaya ku duh li Mêrsînê hatibûn desteserkirin, piştî îfadeya wan ya li Emniyetê birine Edliyeyê.
Bûlga yê ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wî hate wergirtin bi hinceta parvekirinên li ser hesabên wî yên medyaya dîjîtal bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye”, Kaya jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezê û Aştiyê hatin kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dadgehê bi heman hincetan biryara girtina Bûlga û Kaya da.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.