Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bulent Arinçî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku wî dest ji erka xwe ya Lijneya Bilind a Şêwirmendiyê berdaye.
Arinç beşdarî bernameyeke kanaleke televizyonê bûbû û li wir gotibû ku divê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û karsaz, mafparêz Osman Kavala serbest bibin. Piştî vê daxuyaniya wî, Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Devlet Bahçelî, Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) rexne li Bulent Arinçî kiribûn.
Arinçî li ser van rexneyan biryara xwe aşkere kiriye.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê aşkere kiriye û gotiye, daxwaza Arinçî hatiye qebûlkirin: “Birêz Bulent Arinçî dawxaz kiriye ku ji erka xwe ya di nava Lijneya Bilind a Şêwirmendan a Serokomariyê berde, Birêz Serokomarê me ev daxwaza birêz Arinçî qebûl kiriye.” (HA/FD)