Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Danişîna 13ê ya Doza Kobaniyê, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk tê.
Di dozê de Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selanattîn Demîrtaş, Hevseroka Berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, Serokê Rûmetê yê HDPyê Ertûgrûl Kurkçu û endamên Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya HDPyê jî di nav de 21 kes tên dadgehkirin.
Beriya ku danişîn dest pê bike, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hewldana Nifşê 78an, Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Dewletê (KESK) Mehmet Bozgeyik, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Hatîce Goz, Endamê Lijneya Navendî ya Partiya Tevgera Karkeran (EHP) Sanem Denîz Kûral, endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Sendîkaya Xebatkarên Ofîsê (BES), Alîkarên Serokê Giştî yên Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan û Rustem Karaman, endamên Konseya Navendî ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) û Partiya Şoreşger, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK), Meclîsa Partiyê (PM), rêxistinên Konya û Enqereyê yên HDPyê û parlamenterên HDPyê li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê li hev civiyane.
Li vir Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan axiviye û gotiye: “Yên tên dadgehkirin, hevalên me ne ku ji bo demokrasi, aştî, wekhevî û azadiya vî welatî têdikoşin.”
“Wê bi doza girtina re têkiliyê çêkin”
"Bi îdianameya ku bi hincetên siyasî hatiye amadekirin aktorên girîng ên dîroka siyasî ya kurd tên darizandin. Em serdemeke wiha dijîn. Her hevalê me yê tê darizandin ji bo demokrasî, aştî, wekhevî û azadiya welat têdikoşe. Kesên welat bi rê ve dibin, di serî de neyartiya kurdan dikin û ji bo tesfîyekirina kurdan a ji qada siyasetê dozên kompasê yên bi vî rengî danîne pêşiya xwe. Em dizanin ku ev îdianame li ser daxwaza Serokkomar û Serokê Giştî yê MHPyê li qesrê hatiye amadekirin. Hevalên me yek bi yek derdixin holê ku çiqas vala ye. Hevalên me hewl dan hem serokkomar hem jî daraza vî welatî bidarizînin. Em baş dizanin ku kesên welat bi rê ve dibin, ji bo girtina HDPyê wê têkiliya vê dozê bi Doza Girtina HDPyê ve girê bidin.
“Ev doz wê betal bibe”
“Ji bo ku li ser paldankên xwe bimînin û desthilata xwe bidomînin Doza Kobanê ji xwe re kirin amûr. Lê divê ez vê jî bibêjim; ji roja ku ev darizandin dest pê kiriye ve her hevalê me zihniyeta rêveberiya welat û neyartiya li jin û kurdan didarizîne. Digel ku hevalên me rastiyan yek bi yek derdixin holê jî ev ji aliyê dadgehê ve nayên qebûlkirin. Em tev jî dizanin ku darizandineke adîl pêk nayê. Lewre ji qesrê ferman tê girtin. Di vê pêvajoya darizandina ne adîl de heta dawiyê em ê jî dozê bişopînin û lê xwedî derkevin. Ji ber ku doza kompasê destê wan girêdaye serî li kompasên nû didin. Bi pêla duyemîn de hevalên me yên cuda binçav kirin û pêvajoyeke nû ya girtinê dan destpêkirin. Lê ev vala ne. Ev doz ket, wê bikeve. Encama vê dozê divê bibe dengê tevgera siyasî, daraz, edalet û wijdana Tirkiyeyê."
Piştî Bûldan nûnerên EMEP, EHP, TKP û TOPyê jî axivîne. (AS/FD)