Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan duh beşdarî bernameya pîrozbahiya cejnê ya Rêxistina Bajarê Wanê bûye.
Buldanê di axaftina xwe ya li wir de bal kişand ser girtina rojnameger Merdan Yanardag û wiha gotiye:
“Di vê pêvajoya heyî de pêdivî bi aştiyê heye. Hêvîdarim ku her cejnek bibe wesîleya azadî û aştiyê ye. Lê em nikarin cejnên xwe bi dilxweşî pîroz bikin. Di vê serdemê de dîsa kurd tune tên hesibandin û zilm lê tê kirin.”
Bi domdarî Buldan bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê û wiha pê de çû: “Tevî van zehmetiyan jî em têkoşîna xwe didomînin. Di serî de gelê kurd, hêviya me ew e ku hemû gelên bindest di nava aştî û azadiyê de bijîn.”
“Di rewşekî wiha de em nikarin bibêjin tifaqa AKP-MHPê bi ser ketiye. Ev hilbijartin di mercên demokratîk de nehatin kirin. AKPê hemû derfetên dewletê bi kar anî û bi darê zorê bi ser ket. Em li vir in û li gel gelê xwe, ji bo bidawîkirina zext, zordestî û înkara AKP’ê têdikoşin.”
“Dê nekarin bi zext, gefxwarin û bi tirsê me ji rêya me bikin. "Girtina rojnamegerekî ji ber gotina 'Li welat tecrîd heye', careke din nîşanî me da ku tecrîda li vî welatî çiqas berfireh e.”
“Ne tenê li Îmraliyê lê li her çar aliyên welêt xelk tê tecrîdkirin. Lê ya herî giran li ser birêz Ocalan e. Bêguman ji bo bidawîkirina tecrîdê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê vî welatî teslîmî tarîtiya AKPê nekin. Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Banga min ji bo hemû kesî ew e ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Em ê derhiqûqî û tarîtiya li vî welatî bi dawî bikin. Cejna gelê me pîroz be. Em ê di cejnê de li hemû navçeyan bi gelê xwe re bên gel hev.” (AS/AY)