Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku bi payama rêberê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) welatiyan dest ji greva birçîbûnê berdayî hevseroka HDPyê(Partiya Gelan a Demokratîk) Pervîn Bulvanê diyar kiriye ku ew ê dest bi pêvajoyeka nû bikin.
“Leyla Guvenê Ji beriya 200 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Wê greva xwe temam kiriye.
“Li ti derên dinyayê ew qas mirovan bi bedena xwe neketine rêya mirinê.
“Heyeta sîyasî ya herî dawiyê çûbû serdana Ocalanî em bûn.
“Wî hingê ji bo başkirina şertên xwe tiştek nexwestibû, hizûra gelî xwestibû.
“Îro jî heman tiştî dixwaze.
“Aştî dê bê vî welatî û dê bi alîkariya we bê.
“Em ê êdî pêvajoyeka nû bidin dest pê kirin ku êdî zarokek jî neçe bin axê, zarokên me parastî bin, paşeroja kurdan parastî be.”
(EKN/MB)
Wêne: Ajansa Anadoluyê