Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û heyeta pê re, piştî serdana Komeleya Cemxaneya Maltepeyê çûne Komeleya Koçgiriyê ya li navçeya Umraniyeyê. Serokê komeleyê Riza Karaman û rêveberên komeleyê Bûldan û heyeta pê re pêşwazî kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di dema serdanê de destpêkê Serokê Komeleya Koçgiriyê Riza Karaman axiviye û diyar kiriye ku di Komkujiya Koçgiriyê de gel êşeke mezin kişandiye: “Em wê dîroka bixwîn ji bîr nakin. Heke em îro Elîşêr û hevrêyên wî venebêjin nikarin roja îro binirxînin. Dayikên Koçgiriyê gelek êş kişandin. Ev qirkirin e. Piştî vê qirkiririnê li dijî Dêrsim, Agirî, Xarpêt û gelek herêman polîtîkayên komkujiyê meşandin.”
Piştî Karamanî, Pervîn Bûldan Hevseroka Giştî ya HDPyê jî gotiye ku di 100emîn salvegera Komkujiya Koçgiriyê de êş hevpar kirine û wiha dewam kiriye: “Ferqa Komkujiya Koçgiriyê û komkujiya Roboskî, Dêrsim, Mereşê ji hev cuda nîne. 200 sal derbas bibe jî em ê hesabê pêkanînan bipirsin.
"Niha dem ew dem e ku em daxwaza "Edalet ji bo herkesî" ya HDPyê daye destpêkirin bi dengekî bilindtir bînin ziman. Em dizanin, heke ku pirsgirêka kurdan çareser bibe teqez wê aştî serdest bibe.”
Piştî axaftinan serdan bi pêxistina çirayê û bi rêxistina ji bo qurbaniyên komkujiyê bi dawî bûye. (EMK/FD)