Komîsyona Edebîyata Kurdî ya Zaningeha Boğazîçîyê dê îro ji bo Roja Zimanê Kurdî li Zanîngeha Bogazîçîyê bernameyekê pêk bîne. Di bernameyê de li ser kovarên kurdî û wêjeya kurdî panel dê bêne pêşkêşkirin. Nivîskar û edîtor dê li ser kovaran biaxivin.
Di panelê de Fexrîye Adsay, Zana Farqînî, Omer Faruk Baran, Mevlud Oguz û Sînan Gültekin dê biaxivin.
Ji bo beşdariya bernameyê divê formek bê dagirtin. BuedKurdîyê li ser bernameyê weha nivîsîye:
“Em dê wek Komîsyona Edebîyata Kurdî ya Zaningeha Boğazîçîyê Cejna Zimanê Kurdî û salvegera derketina kovara Hawarê bi guftugoyeka li ser Dîroka Kovaran di Wêjeya Kurdî de pîroz bikin.
“Di Panêlê de endamên kovarên kurdî yên berê û kovarên îro wê li ser kovarên xwe û cihê kovaran di Wêjeya Kurdan da biaxivin.
“Wê li ser navê Ronahîyê Zana Farqînî, li ser navê Zaremayê Fexriya Adsay, li ser navê Wêje û Rexneyê Sînan Gültekin, li ser navê Ziryabê Mevlut Oguz û li ser navê Flashhilatê Omer Faruk Baran werin.”
(Ji bo hûn bikarin bikevin kampûsê divê hûn formê dagirin.*)
Cih:Eğitim-Sen Boğaziçi Üniversitesi Kuzey Kampüs
Saet:16:30 - 19:30
Hawar û Cejna Zimanê kurdî
Celadet Alî Bedirxanî 15ê Gulana 1932yê li Şama paytexta Sûriyeyê Kovara Hawarê bi tîpên latînî weşandiye. Ji ber wê ye ku ev roj weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Heta hejmara 23yê bi tîpên erebî hatiye çapkirin. Bi hejmara 24ê re derbasî tîpên latînî bûye.
Celadet, Kamiran Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Subhiyê Diyarbekirî, Qedrîcan, kurên Cemîlpaşa, Rewşen Bedirxan, Cegerxwîn û gelek navên din di Hawarê de bûn.
Hejmara 57ê sala 1943yê hatiye çap kirin û kovar hatiye girtin.
(MB)