Bozdag: Me dosyeyên li ser parêzbendiyan ji dozgeriyan re rêkirin
Wezîrê dadê, Bekir Bozdagî diyar kiriye ku dosyeyên li ser parêzbendiyan ji bo dozgerîyan hatine rêkirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê dadê, Bekir Bozdagî diyar kiriye ku di heqê 152 parlamenteran de 117 dosye hene. Hemî dosye ji bo dozgeriyan hatine rêkirin.
Di heqê 152 parlamenteran de 787 fezleke hene.
Parlamentoya Tirkiyeyê, ji bo rakirina parêzbendiyan qanûna Makezagonê li 20ê Gulanê guhertibû.
Li parlamentoyê, ji bo guhertina qanûna parêzbendiyan ji 531 parlamenteran, 376 parlamenteran dengên erênî, 140 parlamenteran jî dengên neyînî bi kar anibûn. Heft zerfên dengan vala bûn û 3 jî şewitîne(ne li gor pîvanan hatibûn bi kar înan)
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar li 7ê Hezîranê, qanûna nû îmze kiribû û ketibû di merciyaetê de. (EKN/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.