Bozdag: Ji ber Twîtan ti kes nehatine girtin, Wezareta Karên Navxweyî: 1656 girtî hene

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Duhî(7ê Tebaxê) Berdevkê hikumetê, Bekir Bozdagî bersiva pirsên rojnamevanan da.
Berdevkê hikumetê Bekir Bozdagî got: “ka evdekê Xwedê jî heye ku ji ber Twîtan hatibe girtin, nîne”
Li gor daneyên Wezareta Karên Navxweyî di navbera Adar û Tebaxa 2016ê de lêpirsîn li deh hezaran kesan hatiye kirin û 1656 kes hatine girtin. Wezareta Karên Navxweyî daneyên desteserkirin û lêpirsînan di 7ê Tebaxa 2016ê de eşkere kribû.
Li gor daneyên Wezareta Karên Navxweyî sê hezar û 710 kes hatine desteserkirin, hezar û 656 kes ji wan hatine girtin, hezar û 203 ji wan bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan, 767 kes ji piştî desteserkirinê serbest hatine berdan.
Li daxuyaniyê hatibû eşkerekirin “nemaze ji ber parvekirinên li Twitter, Facebook û YouTubeyê” lêpirsîn ji bo deh hezar kesan dewam dike.(HK/EKN)