Ji bo nûçeya Tirkî
Bloka Aştiyê wiha bangî serekaniya tirk û hemû rayedaran kirin: ‘Derbarê aqubeta Hûrşît Kulterî de bila agahî were dayîn.’
Ji rêvebirê DBPa Şirnexê Hûrşît Kulter 11 roj in agahî nayê girtin. Derbarê mijarê de malbata wî serî li gelek cihan da, lê tu encam nehatiye girtin.
Derbarê mijarê de Bloka Aştiyê bangî serekaniya tirk kir ku bila bi demildest derbarê aqubeta Kulterî de agahî were dayîn.
‘Nikarên vê yekê dapêçin’
Di daxuyaniya Bloka Aştiyê de wiha hat gotin:
‘Malbata Hûrşît Kulterî dibêje ku ew li Mudiriyeta Tîmên Taybet ya Gumuştepeyê 7 roj hatiye girtin û piştre di 3ê Hezîranê de wî birîne 23.Fermandariya Leşkeran ya Sînor.’
‘Malbata wî dibêje ku Kulter ji hêla tîmên taybet ve hatiye binçavkirin. Rayedarên dewletê di bersiva xwe de got ku ew kes ji hêla hêzên wan ve nehatiye binçavkirin û Kulter di destê wan de nîne. Ji bilî vê yekê ti agahî nehatiye dayîn.’
‘Em weke Bloka Aştiyê di nav fikariyeke mezin de ne. Em li bendê ne ku demildest bila derbarê aqubeta Kulterî de agahî bidin raya giştî.’
‘’Wekê salên 90î rayedaran dibêjin ‘nehatiye binçavkirin, di destê me de nîne’. Nikarin bi vî awayî vê yekê dapêçin. Divê dewlet bi lezgînî lêpirsîneke têr û tijî bike û vê bûyerê zelal bike.’
‘Em naxwazin ku kesên muxalif wekê berê piştî binçavkirinê werin înfazkirin. Her kes dizane ku ev rêbazên hanê beriya niha gelek caran hatibûn bikaranîn û bûbû sedema dûrketina ji aştiyê.’
“Dayîka Hûrşît Kulter wiha dibêje: ‘Kurê min ji bo edaletê ber xwe dida. Bila dayîkên kurd-tirk dest bidin hev û vî şerî bidin sekinandin. Ji bo vê yekê hêza ma heye û em weke dayîkên kurd ji bo vê amade ne.’
(BK/YO)